Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Îsraîlê hilbijartinên pêşwext

Ji ber ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû di dema diyarkirî de nekarî hikûmeta koalîsyonê ava bike, parlamentoyê biryara hilbijartinên pêşwext da

Li Îsraîlê di hilbijartinên giştî yên 9’ê nîsanê de partiya Lîkûd bû yekemîn, lewma wezîfeya avakirina hikumetê ji Netanyahû re hate dayîn. Lê belê Netanyahû nekarî di nava şeş hefteyan de hikûmetê ava bike.

Li ser vê yekê doh bi şev li Parlamentoya Israîlê dengdan hate kirin û di encamê de biryar hate dayin ku hilbijartinên pêşwext pêk werin. Di dengdanê de ji 120 parlamenteran 74 parlamenteran dengê xwe ji bo pêkhatina hilbijartinên pêşwext dan. 45 parlamenteran jî red kirin. Parlamenterek jî bêalî ma.

Di encama dengdanê de biryar hate dayin ku hilbijartinên pêşwext 17’ê îlonê pêk werin. Ji sala 1948’an dema avabûna Îsraîlê û vir ve, cara yekemîn e ku parlamento piştî sondxwarinê di demeke ewqasî kurt de betal dibe. Parlamenterên îsraîlî berî mehekê sond xwaribûn û dest bi serdema nû ya qanûndanînê kiribûn. TEL AVIV

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar