Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Kalkandereyî jî girtî ketine grevê

Li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê 8 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Girtiyan ragihand ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku beriya du mehan bi pêşengiya parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin, her ku diçe belavtir dibe. Li gelek girtîgehan girtiyên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dibin. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereyê ya Rîzeyê 8 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Girtiyên ketine grevê bi rêya telefonê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn û ragihandin ku di 5’ê çileyê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Malbatan ragihand ku zarokên wan diyar kirine ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e û heta daxwaza wan bi cih bê dê çalakiya xwe bidomînin.

Li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan hatin wergirtin, girtiyên ketine grevê navê wan wiha ne; Mûrat Şîmşek, Erdem Aktû, Ozgur Eksîk, Şiyar Kara, Mûstafa Turkan, Veysel Guler, Orhan Şakar û Huseyîn Yildiz.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 5’ê çileyê de li gelek girtîgehan bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan 300 girtî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûbûn. RÎZE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar