Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Li Kampa Waşokanî tecrîd hat şermezarkirin

Koçberên li Kampa Waşokanî dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin

Meclisa Kampa Waşokanî ya Kantona Hesekê bi koordîneya Kongreya Starê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Bi sedan koçberên Waşokanî tev li meşê ku heta ketina kampê dewam kir, bûn. Di têketina kampê de meş veguherî mîtîngê.

Ji endamên rêveberiya Kongreya Star Besîme Mihemed axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şermezar kir û wiha got: “Em tevahî kiryarên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî gel û azadiya wê tê meşandin, şermezar dikin.”

Mihemed anî ziman ku dewleta tirk bi tecrîda li ser Ocalan û qedexeya hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re, hewl dide vîna gelan bişikîne û destnîşan kir ku her ew banga azadiya Ocalan dikin, êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî xaka Kurdistanê jî zêdetir dibin.

Mîtîng bi bezkirina dirûşmên şermezarkirina dewleta tirk û silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû. HESEKÊ 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar