Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Katalonyayê semînera têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê

Di semînerê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re hate nirxandin işaret bi girîngiya berxwedana gerîla hate kirin.

Li bajarê Lleida yê Katalonyayê, komîteya ‘Ponent amb Kurdistan’ li ser rewşa heyî ya Kurdistanê, bi taybetî jî ya başûrê Kurdistanê semînerek lidar xist.

Endama Jineolojî Centerê Nora Merino û rojnamevana li başûrê Kurdistanê Bêrîtan Zagros bi rêya online tev li semînerê bûn.

Di semînerê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re hat nirxandin işaret bi girîngiya berxwedana gerîla hat kirin.

Her wiha rewşa heyî ya sîstema li başûrê Kurdistanê û nerazîbûn, xwepêşandanên li dijî rejîma PDK’ê hatin nirxandin.

Bêrîtan Zagros anî ziman ku nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî PDK’ê zêde dibe û got, “Gel bêhtir xwe nêzî PKK’ê dike û difikire ku di fikrê PKK’ê de çareserî û hêviyê dibîne.” Bêrîtan Zagros destnîşan kir ku yên li dijî dagirkeriyê têdikoşin gerîlayên PKK’ê ne û berxwedana wan armancên dewleta tirk têk bir.

Bêrîtan Zagros diyar kir ku divê dewletên Ewropayê bes çekan ji Tirkiyeyê re bifiroşin û got, xet û felsefeya PKK’ê hêza bingehîn a çareseriya li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Nora Merino jî li ser rewşa Şengalê û Rojava axivî û destnîşan kir ku êrîşên tênekirin di çarçoveya konsepta dewleta tirk a ji bo îmhakirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê de têne kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar