Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Kerkûkê 5 hezar û 181 donim dexlê cotyaran şewitî

Berdevkê Parastin û Agirkujiyê ya bajarê Kerkûkê Ebdullah Rezaq diyar kir ku heta niha 400 bûyerên şewata erdê çandiniyê derketine û 5 hezar û 181 donim zeviyên dexilûdanî yên cotyaran şewitîne

Li Kerkûkê ev nêzî mehek e 5 hezar û 181 donim zeviyên dexil û genim şewitîne. Şewata dexlûdan ya cotyaran ne tenê li Kerkûkê ye. Ev şewata dexilûdana li tevahiya Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê belav bûye. Li gorî daneyên Wezareta Çandinî û Jîngehê ya Iraqê bajarê Kerkûkê di aliyê şewata dexilûdanan de di rêza 3’yemîn de ye.

Berdevkê Parastin û Agirkujiyê bajarê Kerkûkê Ebdulah Rezaq li ser şewatê zanyarî dan Rojnews û wiha got: “Heya niha 400 bûyerên şewata zeviyên dexilûdanên cotyaran li parêzgeha Kerkûkê pêk hatiye. Herî zêde jî zeviyên genim û ceh hatine şewitandin. 58 bûyerên şewatê li nava bajarê Kerkûkê pêk hatin û bûyerên di jî ji derveyê bajarê Kerkûkê pêk hatîne.”

Ebdulah Rezaq da zanîn ku heta niha 5 hezar û 181 donim zeviyên dexilûdan ên cotyaran şewitîne û wiha dom kir: “53 hezar û 23 donim zeviyên dexilûdanî ji şewatê hatine rizgarkirin û milyonek û 10 hezar donim jî hatiye qeydkirin. Me weke Lijneya Parastin û Agirkujiyê ya Kerkûkê me kariye ji sedî 90 berhemên cotyaran ji şewatê rizgar bikin û me parastiye.

Rezak got ku rojan zêdetirî 10, 15 yan jî 20 bûyerên şewatê li bajarê Kerkûkê pêk tên û wiha pê de çû: “Ji derveyî bûyerên şewata zeviyên dexilûdanan. Beşek mezin yê van şewatan jî pûş û pelaşe. Weke tê zanî îsal rêjeya barîna baranê pir zêde bû û pûş û pelaş zêde çêbû. Her wiha herî zêde bûyerê şewata zeviyên dexilûdana li navçeyên Hewîce û daqûq pêktên.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar