Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Kerkûkê DAIŞ’ê êrîşî kurdan kir

Li başûrê Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê li gel şewitandina dexlûdanê welatiyan êrîşî welatiyên kurd kir. Di êrîşê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn

Li gundên bajaroka Daqûq a Kerkûkê şeva din çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên kurdan kirin.  Di êrîşê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da û 9 welatiyên kurd jî birîndar bûn.  Her wiha agir bi dexlûdanê welatiyan ket.

Li gorî agahiyên ji kurdên gundên bajaroka Daqûqê ya Kerkûkê hatine girtin şeva din di saet 10.00’an de çeteyên DAIŞ’ê agir berdan dexlûdanê kurdên gundên Dara û Mensur. Piştre kemîn li pêşiya niştecihên gund danîn. Dema ku gundî çûn agir vemirînin çeteyên DAIŞ’ê ji 6 milan ve êrîşî welatiyan kir. Di encamê de welatiyekî ku pîşeyê wî pêşmergetî bû yê bi navê Herdî Salan (27) jiyana xwe ji dest da û 9 kes ji birîndar bûn.

Welatiyên gund aşkera kirin ku ji sala 2014’an ve herêma van cihê sereke yê çeteyên DAIŞ’ê bû û gotin ku karê ku hatiye kirin ji aliyê DAIŞ’ê hatiye kirin. 9 welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Kesên ku birîna wan giran e rakirin nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê.

Navên kesên birîndar bûne wiha ne; “Hisên Hasam Mehmûd, Şîvan Qadir Mehmûd, Ehmed Nurî Ibrahîm, Mihemed Cebar Elî, Faruq Ziyad Faruq, Mensur Mihemed Emîn, Hawkar Osman Şalu, Sebah Nurî Îbrahîm û Elî Heyman Mihemed. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar