Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li kinbûna bejnê baldar bin

Bi wesîleya 15’ê Nîsanê Roja Şopandina Mezinbûna Zarokan Prof. Dr. Feyza Darendelîler axivî û anî ziman ku divê zarok gav bi gav bên şopandin û got ku di bin kinbûna bejnê de dibe ku nexweşî hebe

Di çarçoveya bernameya Wezareta Tenduristiyê ya ji bo pêşketin û mezinbûna zarokan de her 15’ê Nîsanê ‘Roja Şopandina Mezinbûna Zarokan’ tê pîrozkirin. Ji Zanîngeha Stenbolê, Seroka Beşa Zanista Endokrînolojîk Pedîatrîk a Beşa Zanista Nexweşî û Tenduristiya Zarokan Feyza Darendelîler da zanîn ku pêvajoya mezinbûna zarokan din bin kontrola hinek bandorên cuda de ne.

Darendelîler diyar kir ku di pêvajoya mezinbûna zarokan de genên dê û bav bi bandor in û wiha got: “Ji bo mezinbûnek baş xwedîbûnek baş jî bi bandor e. Wek hormona mezinbûnê gelek hormon jî li ser dirêjbûna bejnê bi bandor in. Her wiha divê hawira psîkososyal a zarok jî baş be. Di dirêjbûna bejnê de dibe hinek nexweşî hebin. Dirêjbûna zarok ji derveyê standartê teqez divê serî li doktoran bê dayîn.”

Di axaftina xwe de Darendelîler anî ziman ku gelek sedemên kinbûnê hene û wiha pêde çû: “Kinbûna bejna normal di civakê de pir tê dîtin. Bejna van zarokan kin e lê leza wan a mezinbûnê normal e. Hinek dê û bavê wan jî kin in, faktorên kronîk jî hene. Faktorên derdorê jî li ser mezinbûnê bi bandor in. Yek ji sedemên din ên girîng jî xwedîbûnek baş e. Teşîs û dermankirina zû girîng e. Di temenê zû de dermankirina hormana mezinbûnê gelek girîng e. Zarokên keç bi renglê re mezinbûna wan kêm dibe.”

Darendelîler der barê şûndeketina mezinbûnê de ev xal rêz kir;

  • Zarok li gorî hevtemenê xwe kin bin,
  • Zarok li gorî dê û bavê xwe gelek kin be
  • Ger cil û bergên zarok du salan heman bimîne
  • Bi çîm û mil re kinbûn hebe
  • Li gorî hefteyê ducaniyê, kêm bê dinê
  • Li gorî rêjeya mezinbûna zarok kêm mayîn
  • Di rû yan jî beden de daneyên cuda
  • Tevî girtina kîlo kinbûna bejnê
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar