Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Li Kobanê bi hezaran kes li dijî biryara NY’yê meşiya

Bi hezaran şêniyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tevlênekirina rêveberiya xweser a di Komîteya Amadekirina Makeqanûna Sûriyeyê de meşiyan. Di meşê de dirûşma ‘Destûra ku em tê de nebin em ê li gorî wê tevnegerin’ hat berzkirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) di 23’yê îlonê de ragihand ku Komîteya Amadekirina Makeqanûna Sûriyeyê hatiye avakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji endamên komîteyê 50 jê ji hêzên rejîmê, 50 jê ji hêzên muxalefeta girêdayî dewleta tirk û 50 jî endamên NY’yê ne. Bi vê yekê re jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîteyê hate dûrxistin.

Ji bo şermezarkirina biryara NY’yê, bi hezaran welatiyên ji Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Girê Spî yên kurd, ermen, ereb, tirkmen û hwd. li pêşiya baregeha Koalîsyona Navdewletî ya Li Dijî DAIŞ’ê ya li Xirab Eşkê yê Kobanê çalakî li dar xist. Welatî bi dirûşma ‘Destûra ku em tê de nebin em ê li gorî wê tevnegerin’ ber bi baregeha hêzên koalîsyonê ve meşiyan.

Şandeyek ji xwepêşandêran xwe amade dike ku derbasî baregeha koalîsyona navneteweyî bibe û nameya şêniyan a der barê biryara dervehiştina rêveberiya xweser a di Komîteya Amadekirina Makeqanûna Sûriyeyê de radest bikin.

Çalakî hê didome û tê payîn ku dê nûnerên rêveberiya xweser, MSD û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê û rûspiyên êlan di çalakiyê de biaxivin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar