Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Lîbyayê vê carê droneya artêşa Îtalyayê hate xistin

Li Lîbyayê ku hefteyên dawî Tirkiye jî di nav de piştgiriya gelek welatan ji bo çeteyan eşkere bû, hêzên Haftar ragihandin ku wan droneyeke Îtalyayê ya li ser sînorê Lîbyayê difiriya xistine xwarê

Li Lîbyayê ku ji sala 2011’an ve şerê navxweyî lê diqewime, hêzên Mareşal Halîfe Haftar ku beşeke girîng a xaka Lîbyayê kontrol dikin, ragihandin ku wan droneyeke Îtalyayê xistine.

Berdevkê Hêzên Haftar Ahmed el-Mesmarî diyar kir ku drone li Tarhûna hate xistin ku li rojavayê Lîbyayê ye. Hate gotin, ji ber ku drone li herêmên di kontrola wan de ne difiriya hatiye xistin.

Li gorî îtalyayê ji bo armanca sivîl li herêmê bû

Ji Îtalyayê jî doh serê sibehê daxuyaniyek hate ragihandin û hate îdîakirin ku drone ji bo piştgiriya bi operasyona Mare Sîcûro ya ewlekariya masîvan û platformên petrolê yên li Lîbyayê difiriya. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku droneyeke wan a li herêmê ketiye xwarê.

Berdevk Ahmed el-Mesmarî anî ziman ku ew ji Lîbyayê daxuyaniyekê hêvî dikin ku drone çima li ser xaka Lîbyayê difiriya.

Beriya niha droneyeke tirk hatibû xistin

Hêzên Halîfe Haftar beriya niha ragihandibûn ku wan droneyeke Tirkiyeyê xistine xwarê ku Tirkiye bi piştgiriya xwe ya bi Îslamiyên tundrew ên li Lîbyayê tê naskirin. BÎNGAZÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar