Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Li Licê dor li gelek gundan hate girtin: Sivîl tên gulebarankirin

Artêşa tirk li Licê ya Amedê dor li gelek gundan girt û êrîşî sivîlan kir. Gundiyê bi navê Onur Vural dema li nava zeviya xwe dixebitî û ji hêla leşkeran ve hate birîndarkirin û leşkeran Vural revand. Li hêla din hat angaştkirin ku di êrîşa leşkeran de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye

Hêzên artêşa tirk duh di danê êvarê de rex û rêyên gundê Banaderan ê navçeya Licê ya Amedê girtin û li bejahiya gund jî êrîş da destpêkirin. Hat zanîn ku artêşa tirk bi gelemperî bi hewayî êrîşê didomîne. Şêniyên herêmê der barê mijarê de agahî dan û gotin ku dema di nava zeviyên xwe de dixebitîn, artêşa tirk bi helîkopteran gule li wan barandine.

Gundiyên Banaderanê diyar kir ku di encama gulebaranê de şêniyê bi navê Onur Vural birîndar bûye. Şêniyan daxuyand ku Vural ji hêla leşkeran ve hatiye revandin û tu kes nizane bê ka leşkeran Vural bi ku ve biriye. Şêniyan anî ziman ku gund hê jî di bin dorpêça leşkeran de ye û leşker nahêlin ku tu kes bikeve gund an jî jê derkeve.

Leşkerên artêşa tirk tenê bi vê yekê nemane, her wiha agir berdaye bejahiya gund û destûrê nadin ku şênî û komên agirkujiyê şewata li gund vemirînin.

Wesayît hate gulebarankirin

Li hêla din, artêşa tirk li gundên Merdinya, Koçeran û Denglava yên Licê jî êrîşeke berfireh da destpêkirin. Ji ber vê yekê jî ketin û derketina van gundan hatiye qedexekirin. Hat îdiakirin ku wesayîteka zirxî, wesayîtek gulebaran kiriye û di encamê de 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Leşkeran li gundên Merdinya û Denglavayê jî zeviyên genim şewitandin û nehêlan ku wesayîtên agirkujiyê şewatê vemirînin. Çavkaniyan got ku êrîşa artêşa tirk a li van gundan berdewam dike.

Artêşa tirk li gundê Tûtê jî agir berda zeviyên gund.Hat gotin ku ji ber ku şêniyên gund Mehmet Kapan û kurê xwe Mehmet Alî Kapan agir vemirandine, hatine binçavkirin. Welatî niha li navenda Licê tên girtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar