Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Li Licê operasyona leşkerî û li Biradostê jî topbaran

Navenda Nûçeyan |

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Di çarçoveya êrîşan de hêzên dagirker ên dewleta tirk îro li Li başûrê navçeya Licê ya Amedê, li taxên Zengê, Kerwes û Licokê dest bi operasyona leşkerî kir.

Hat zanîn ku tevî gelek yekîneyên taybet, gelek helîkopter û balafirên şer ên bêmirov jî tev li vê êrîşa berfireh a dewleta tirk bûne. Di operasyonê de dor li taxan hate girtin û avêtin û leşkeran bi ser gelek mal û kadînan de girt. Hate ragihandin ku li herêmê lêgerîn dewam dike.

Li Pasûrê operasyon

Her wiha li zozanên Şênê û gundê Eskar ê navçeya Pasûr a Amedê jî artêşa tirk di saetên serê sibehê de dest bi operasyona leşkerî kirin. Yekîneyên leşkerî yên ku nekarîn di bejahiyê de biçin herêma çiyayî, bi helîkopteran ji Tabûra Qomando ya Leşkerî ya Pasûrê sewqî herêma operasyonê hatin kirin. Helîkopteran di serî de gir remî kirin û piştre jî leşker lê danîn. Der barê operasyonê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hat diyarkirin ku leşkeran bi ser gomên herêmê de girtine û lêgerîn kirin. Liv û tevgera helîkopteran a li herêma operasyonê didome.

Biradost hate topbarankirin

Di heman demê artêşa tirk şevê din jî li baregehên xwe yên li herêma Biradostê gundên Sinîn, Bêrkim û Mêrge Reşê topbaran kirin. Ji ber topbaranê gelek ziyan li jîngeh û xwezaya herêma Biradost a ser bi Hewlêrê ve çêbûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar