Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Licê serdegirtina malan: Herî kêm 35 kes hatin binçavkirin

Hat zanîn ku li navend û gundên navçeya Licê ya Amedê leşkerên tirk bi ser gelek malan de girtiye û herî kêm 35 kesan binçav kirine

Operasyona leşekrî ku di 9’ê çileyê de li gundên Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişrefê yên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, didome. Di roja destpêkê ya operasyonê de di navbera gerîla û artêşa tirk de şer derketibû û leşkerek miribû û 3 leşker jî birîndar bûbûn. Piştî van bûyeran leşkeran li gundên herêma operasyonê bi ser malan de girtibûn û 8 kesan bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ binçav kiribûn û piştre hatibûn girtin.

Leşkerên ku li herêmê operasyonê didomînin, îro serê sibehê li navend û gundên Dêrxust, Xezmaz û Sîsê bi ser gelek malan de girtin. Dema serdegirtinê leşkeran guından bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û amûrên li malan ji hev belav kirin. Hat hînbûn ku di serdegirtinan de herî kêm 35 kes hatine binçavkirin.

Kesên ku nayê zanîn ji ber çi hatine binçavkirin leşkeran wan bi maşîneyên zirxî birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê ya Licê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar