Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Li Mêrdînê 3 siyasetmedarên HDP’î hatin binçavkirin

Leşker û polîsan li Mêrdînê di serdegirtina malan de nivîskar û siyasetmedar Feratê Dengizî jî di nav de 3 siyasetmedarên HDP’î binçav kirin

Leşker û polîsan di saetên serê sibê de li navenda Mêrdînê û li gundê Dengiza yê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve bi ser gelek malan de girtin. Leşker û polîsan di serdegirtinê de Hevşaredarê berê yê Stewrê, siyasetmedar û nivîskar Mehmet Aydin Alokmen (Feratê Dengizî), rêveberê HDP’ê yê Mêrdînê yê berê Bedî Yilmaz û rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Ayşe Bozan binçav kirin. Sedemê binçavkirina her sê siyasetmedarên ku birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê nehat zanîn. Hat hînbûn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.

Alokmen ê hat binçavkirin dema Hevşarêdarê Stewrê bû di 1’ê Adara 2017’an de qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û hatibû girtin. Alokmen, salekê zêdetir girtî ma û pişt re hat berdan. Derbarê Alokmen de bi hinceta beyanên ‘şahidê nepen’ 10 sal 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar