Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Li Mexmûrê 8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpêkir 

8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, bi vekirina pêşangehekê destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî 8’emîn Mihrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) destpê kir. Mihrîcan her dû salan carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan tê lidarxistin. Îsal jî bi vekirina pêşangehê festîval hat destpêkirin.

Mîhrîcan saet di 08:30’an de li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi vekirina pêşangehê ya ku bi birîna kurdeleyê hat destpê kirin. Beriya ku qurdele were birîn di kesayeta Şehîd Bêrîtan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê qurdele ji aliyê dayîka Şehîd Mardîn, Medîne Kara, hevjîna Şehîd Ebûzêd Pakîze Bayram û meta Şehîd Sara, Cemîle Urper ve hat birîn. Piştî birîna qurdeleyê, gel bi awayek girseyî serdana pêşangehê kir. Salona pêşangehê bi wêne û tabloyên Rêbertî, şehîdan, jinên şoreşger, cil û bergên neteweyî, xaniyên kevin û hwd hatibûn xemilandin.

Wê pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne. Di heman çarçoveyê de wê danê nîvro xwarinên gelêrî werin nîşandan û sibe jî wê festîval seat di 13:00’an de bi awayek girseyî bi şahiyekê were pîrozkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar