Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li Minbic û Dêr Hafîrê herî kêm 72 çete hatin kuştin

HSDˈê daxuyand ku şervanên wan li gundewarên başûr û rojhilatê Minbicê û eniya Dêr Hafirê derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin û ragihand ku di çalakiyan de herî kêm 72 çete hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDˈê têkildarî berxwedana 24 saetên dawî yên li rojhilat û başûrê Minbicê û Dêr Hafîr ên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyanî da. Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:

“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên başûr û rojhilatê Minbicê, bi taybetî li ser gundewarê Bendava Tişrînê berdewam dikin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi qehremaniyeke mezin bersiva êrîşan didin û windahiyên mezin digihînin wan.

Duh saet 9’ê êvarê balafireke şer a dewleta Tirk a dagirker 5 êrîşên giran li ser Bendava Tişrînê û gundên derdora wê pêk anîn û hê jî bi obusan li herêmê didin. Liv û tevgera balafirên bêmirov jî heya nîvê şevê dewam kir.

Dewleta Tirk ji bo baregeheke leşkerî li girekî li herêmên nêzî Bendava Tişrînê ava bike, çekên giran û alavên pêwîst anîn. Yekîneyên Şehîd Harûn bersiva hewldanê da û di encamê de obîseke giran û qaîdeyeke avêtina moşekên Grad îmha kirin. Yekîneyê karwanekî erebeyên leşkerî jî kir hedef û di encamê de kuştiyên dagirker û çeteyan çêbûn. Lê hejmara kuştiyan nehat tesbîtkirin. Çete û dagirkerên ku li girê ku dixwest baregehê lê ava bikin jî reviyan.

Li eniya Dêr Hafirê, li gundê Hebûba jî Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyeke leşkerî ya mezin a çeteyan da. Erebe bi temamî hat rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin. Li bajarokê Dêr Hafirê droneke xwekuj a çeteyan teqiya, lê tu zerar çênebûn. Di heman demê de li asîmanê herêmê tevgera dronên dewleta Tirk a dagirker hebû.

Di 2 rojên dawîn de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li herêmên başûr û rojhilatê Minbicê û gundewarên Bendava Tişrînê derbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistibûn, nêzî 72 çete hatibûn kuştin û bi dehan jî birîndar bûbûn. Dîsa gelek panzêr û erebeyên leşkerî hatin rûxandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar