Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

Li Minbicê 14 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li eniyên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê 14 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê der barê şer û pevçûn ku duh li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê qewimîn de daxuyanî da.

Daxuyaniya HSD’ê wina ye: “Li eniya başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hêzên me bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk ên bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bê mirov tên kirin, dan. Di encamê de 14 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Çarşemê, komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan li Girê Syriatel bikevin çaperên hêzên me, hêzên me bersiva wan dan û çeteyek hate kuştin, yên mayî jî reviyan.

Her wiha hêzên me li gundên Ebû Qelqel, Til Erş û Qelaat Necmê jî çalakî li dar xistin û di encama çalakiyan de 10 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Her wiha yekîneyên Şehîd Harûn gelek çalakî li dijî kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li kêleka şer û pevçûnên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker, balafirên şer ên dagirkeriyê gundên Bîr Hesen, depopyên genim yên Sirîn, Pira Qerqozaq, El Tîna û Ceada, derdora bendava Tişrînê û eniyên başûr û rojhilatê Minbicê, bombebaran kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar