Ji roja li Tirkiyeyê pandemî hatiye ragihandin heta her roj li kuçe û cadeyan tundî û îşkence li welatiyan tê kirin. Dîmenê tundiyê dîsa ji Êlihê derketin holê. Duh di saetên êvarê de li taxa Belde ya Êlihê zarokek temenê wî derdora 15-16 salî ye û navê wî nehat zanîn bi hinceta ku di qedexeya derketina derve de li kuçeyê bûye polîsan tundî lê kir.
Di dîmenek ku ji aliyê welatiyek ve bi telefonê hatiye kişandin, di saetên êvarê de du polîsên bi cilên fermî li naverasta kuçeyê tundiyê li zarok dikin. Her du polîs zarok diavêjin erdê û pê li wî dikin. Zarok her dixwaze xwe ji destê wan rizgar bike lê polîs nahêlin û dixwazin destê ji paş ve kelemçe bikin.
Zarok ê di nava lepê polîsan de dibêje “min berdin” lê li gel vê yekê jî polîs tundiyê lê dikin û hewl didin wî binçav bikin. Welatiyê dîmen girtiye jî bang li rayedaran dike ku vê yekê tundiyê bibînin.
Derbarê aqûbeta zarok de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Beriya niha jî li Êlihê, Cizîrê, Amedê, Nisêbînê û bajarên din polîs û bekçiyan bi hinceta qedexeya derketina derve tundî û îşkenceyê li zarokan û welatiyan kiribûn. ÊLIH