Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurd dest pê kir

Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê, bi konsera hunermenda Fransayî Eleonore Fourniau û Suleyman Çarnewa dest pê kir

Rojên Çanda Kurd ku bi pêşengiya Mala Gel a Medyayê ku her sal li bajarê Nurnbergê yê Almanyayê pêk tê, îsal a 10’emîn bi kêf û xweşî dest pê kir. Di destpêkê de Konê Reş hate vedan ku çand û dîroka kurd lê tê nasandin. Li pêşiya Konê Reş Koma Govendê ya Zarokan a Astera, Koma Govendê ya Ciwanan û Koma Govendê ya Jinan govenda gelek herêmên Kurdistanê gerandin.

Piştre bi sedan Kurdistanî tevî siyasetmedarên alman li salona Çandê ya Villa Leonê li hev civiyan. Bi navê Mala Gel a Medyayê Asya Karataş axivî. Karataş diyar kir, ew Rojên Çandê diyarî Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê dikin û wiha got: “Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedana dayikan û ya berxwedêrên zindanan bi ruhê fedayî bi ser ket. Em şehîdên xwe û berxwedêran hemûyan bi rêzdarî silav dikin û Rojên Çandê diyarî berxwedêrên greva birçîbûnê dikin.”

Piştre hunermenda Fransayî Eleonore Fourniau ku gelek stranên kurdî distirê derkete ser dikê û bi zaravayên Kurmancî, Kirmançkî û Soranî stran got. Suleyman Çarnewa jî konserek da. 10’emîn Rojên Çanda Kurd a Nurnbergê dê çar rojan bidome. NURNBERG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar