Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Pakistanê zagona tecawizê ket meriyetê

Serokkomarê Pakistanê Arîf Alvî ji bo dozên kesên ku tecawizî zarok û jinan kirine zû encam bigirin, zagonek erê kir

Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Pakistanê Arîf Alvî ji bo dozên kesên ku tecawizî zarok û jinan kirine zû encam bigirin, zagonek erê kir.

Ji bo ku zagon bikeve meriyetê hewceye ji hêla meclisê ve jî bê erêkirin. Li gorî zagonê dadgeh dozên tecawizê di nav 4 mehan de binirxîne û biryareke bide. Di heman demê de li gorî vê zagonê îfşakirina nasnameya kesên ku tecawiz li wan hatiye kirin qedexe ye û qeyda sûcdarên zayendî ya neteweyî çêbibe.

Li Pakistanê gelek kes li benda zagonek wiha bû. Herî dawî di meha îlonê de jinek li ber zarokên xwe ji hêla kesên kombûyî ve hatibû tecawizkirin û ev bûyer li Pakistanê bibû sedema bertekên mezin. Beriya zagona nû ji ber lêpirsînên şaş û hin zagonên ku kêmanî têde hene, gelek pirsgirêk derdiketin. Ji bo ku ber bi bûyerên bi vî rengî bigirin di daxuyaniya ofîsa Serokkomarê Arîf Alvî de hat destnîşankirin ku heke xemsariyek di nav rayedaran de derbikeve holê heta 3 sala dibe ku bên cezakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar