Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Li pêşiya Parlamentoya Almanyayê çalakiya hunermendên kurd

Hunermendên wênesaz ên ji rojavayê Kurdistanê li pêşiya Parlamentoya Almanya ya Federal bi xêzkirina wêneyên dagirkeriyê, dewleta tirk û çeteyên wê protesto kirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Êrîşên dagirkeran li gelek deverên cîhanê bi çalakiyên cuda tên şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de li paytexta Almanyayê Berlînê jî bi pêşangeheke wêneyan a li pêşiya Parlamentoya Almanya ya Federal çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi tevlêbûna 12 hunermendên wênesaz ên ji rojavayê Kurdistanê saet di 11:00’an de li pêşiya parlamentoyê destpê kir. Turîst û almanan eleqeyeke zêde nîşanî çalakiyê da. Koma hunermendên rojavayî yên ji Meryem Ayşo, Wehîd Tewfîq, Nesrîn Bayam, Xidir Evdilkerîm, Rodî Xelîl, Şîrîn Dawûd, Kewa Katsîkats, Taha Zalî, Arî Mîrza, Hesen Hûîssen, Hasan Mala û Keçî Xom pêk dihat li pêşiya parlamentoyê bi giştî 9 tablo çêkirin û pêkanînên rejîma Erdogan a li ser gelan xêz kirin.

Hunermendan li dor pankarta ‘Dewleta tirk û çeteyên wê bila ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cehimin’ hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunermendan 9 tabloyên ku sûcên şer ên dewleta tirk bi çekên kîmyewî bikar anî temam kirin.

PYD Berlîn û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî piştgirî dan çalakiyê. Hunermendan bi daxuyaniyeke hevpar anî ziman ku nerazîbûnên xwe bi rêya hunerê vegotin û ji niha û şûnde jî dê çalakiyên xwe bidomînin. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar