Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Li Rojhilat 5 kurd hatin binçavkirin

Li bajarên Şîno û Sine yên rojhilatê Kurdistanê 5 kurd ji aliyê îstîxbarata rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Li gorî malpera Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), roja çarşemê (16’ê çileyê), bi dehan endamên Îtilia’ata Îranê bi dorpêçkirina gundê dîrokî yê Nigil ê li parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê, êrîş birin ser mala du çalakgerên sivîl ên bi navê Awat Kerîmî û serokê Meclîsa Gund Idrîs Mihemedî. Kerîmî û Mihemedî hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Her du çalakgerên navborî salên derbasbûyî beşdarî kampaniyayên temirandina agir û komkirina zibaleyên hawirdora gundê xwe bibûn. Her wiha roja pêncşemê (17’ê çileyê), sîxurên îstixbarata Îranê li bajarê Şîno, du hemwelatiyên kurd ên bi navê Osman Hesenî û Hesen Mûsewî binçav kirin. Di heman rojê de welatiyekî din ê kurd ji gundê Caşîran ê Şinoyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin.

Hêjayê gotinê ye, di sê mehên borî de pêvajoyeke nû ya vexwendin û binçavkirina welatiyên kurd li rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye. Li gorî hejmarên KHRN’ê, di van sê mehan de zêdeyî 100 welatiyên kurd ji hêla Îtilia’ata Sipah û Îdareya Îtilia’atê li bajarên cuda hatine girtin. SINE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar