Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 14 Haziran 2025

Li Şehbayê pirtûkxaneyek hat vekirin

Rewşenbîrên Efrînê piştî xebatên nêzî 10 mehan avakirina pirtûkxaneyeke giştî li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê bi dawî kir.

Rewşenbîr Sadiq Berekat, Xelîl Hebo, Mihemed Mihmed û Xelîl Ebas îro bi xebatên xwe yên xweser bi merasîmekê pirtûkxane vekir. Bi dehan şênî tev li vekirina pirtûkxaneyê bûn.

Yek ji damezirînerên pirtûkxaneyê Xelîl Hebo diyar kir ku ji beriya 10 mehan ve ew ji bo vekirina pirtûkxaneyê dixebitîn û wiha got: “Dewleta tirk piştî ku bajarên me dagir kirin, hemleyên îdiayan û şerê psîkolojîk dike. Ev yek jî bandorê li civakê dike. Ji ber wê jî me dît ku pêwîstiya civaka me bi zanist û perwerdeyê heye û me pirtûkxaneya xwe vekir.”

Niha di pirtûkxaneyê de nêzî 400 pirtûk der barê dîroka olan, siyaset, civak û çand û her wiha pirtûkên kurdî û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene.

Li gorî berpirsên pirtûkxaneyê, pirtûkxane heta saetên êvarê vekirî ye û cihên taybet ji xwendinê re diyar kirine.

Her wiha di pirtûkxaneyê de dê semîner der barê mijarên fikrî û çandî de jî werin dayîn. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar