Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Şêladizê binçavkirin dewam dikin

Hat ragihandin ku li Şeladizê welatiyê bi navê Newzad Îbrahîm Rêkanî hatiye binçavkirin û ew birine Asayîşa Hewlêrê

Li bajaroka Şêladizê ya Duhokê zextên li ser welatiyan û binçavkirin dewam dikin. Hat destnîşankirin ku li Şeladizê çend roj beriya niha di pêla binçavkirinê ya Asayîşa PDK’ê de çend kesên din jî hatine binçavkirin.

Piştî zanyariyên têkildarî binçavkirina çend kesan, hat ragihandin ku di heman rojan de welatiyek din jî hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, welatiyê bi navê Newzad Îbrahîm Rêkanî yê ji Şêladizê di 4 nîsanê de hat binçavkirin.

Çavkaniyan ragihandin ku Newzad Îbrahim ji aliyê hêzên Dezgeha Parastin (îstîxbarata PDK’ê) ve hatiye binçavkirin û piştre jî birine Asayîşa Giştî ya Hewlêrê.

Her wiha hate gotin ku xwaringeha Newzad Îbrahîm ya li Havîngeha Geliyê Rêkanê jî hatiye girtin. Sedema binçavkirina Newzad Îbrahîm nehat zanîn. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar