Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Li Şengalê dê Asayîşa Jinan bê avakirin

Di civîna nirxandina xebatên 6 mehan a TAJÊ’ê biryar hat girtin ku Asayîşa Jinan, Mala Jinan û Baxçeyê Zarokan were avakirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku 27’ê Tebaxa 2021’an de civîna xwe ya 6 mehan lidar xist, li gel nirxandinên kar û xebatan, biryarên girîng girtin.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî der barê mijarê de agahî dan ajansa Rojnewsê û destnîşan kir ku ew di rewşek pir hesas re derbas dibin, lewma di civîna wan de mijarê siyasî, civakî, ewlekarî û planên dijî Şengalê tên meşandin, bi berfirehî hatine nirxandin.

Sebîha Sebrî da zanîn ku mijara ewlekariyê û vegera koçberan ji bo Şengalê rojevek girîng a civîna wan bû, di vê çarçoveyê de li ser rêbazên vegerandina koçberan, ewlekariya wan û alîkarîdayînê hatiye rawestîn.

Sebîha Sebrî diyar kir ku di encama nirxandinan de girîngiya parastin û pêşketina jinan zêdetir derketiye pêş, lewma wan biryar girtiye ku di nava 2 mehan de Asayîşa Jinan bê avakirin.

Her wiha Sebrî bal kişand ku bi armanca eleqedarbûna bi pirsgirêkên jinan û çareseriya wan re dê Mala Jinan jî were avakirin û da zanîn ku zarok jî mijarek girîng a Şengalê ye, ji ber vê yekê di civînê de biryar hatiye girtin ku li tevahiya Şengalê Baxçeyên Zarokan (Rewda) werin vekirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar