Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Şengalê dewreyeke perwerdeyê bi dawî bû

Dewreya perwerdeyê ya ku ji bo endamên saziyên civakî yên li Şengalê hatibû destpêkirin, bidawî bû

Ji bo perwerdeya endamên saziyên civakî yên Şengalê, di 12’ê îlonê de li Akademiya Şehîd Egîd a Xanesorê bi navê Şehîd Nazê dewreya perwerdeyê hatibû destpêkirin. Di dewreyê de 25 endamên saziyên civakî yên Şengalê amade bûn.

Di dewreya perwerdeyê de waneyên li ser pergala neteweya demokratîk û yên li ser pêşxistina civaka êzidî hatin dayîn. Dewre îro bi merasîmekî bi dawî bû. Di merasîmê de nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî amade bûn.

‘Bi perwerdeyan civaka êzidî zanetir dibe’

Di merasîmê de cîgirê hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm axivî û diyar kir ku her dewreyeke perwerdeyê ji bo wan gelek girîng e. Îbrahîm destnîşan kir ku bi perwerdeyan re ew zanetir dibin û ji fikrên qirêj dûr dikevin. Îbrahîm ev yek jî weke serkeftin pênase kir.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî Meyan Nasir axivî. Nasir da zanîn ku bi perwerdeyan re gelek pirsgirêk tên çareserkirin. Merasîm piştî axaftinan bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar