Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Şengalê meşa ‘Em hemû asayîş in’ destpê kir

Gelê Şengalê ku ji 9’ê cotmeha 2020’an ve dijî peymana Bexda-Hewlerê di nava xwepêşandanan de ne, îro jî li kolanan e. Girseyek qelebalix bi dirûşma ‘Em hemû asayîş in’ dest bi meşê kir

Xwepêşandanên gelê Şengalê yên li hemberî peymana Bexda-Hewlêrê ku 9’ê Cotmeha 2020’an hatibû îmzekirin, didomin. Welatiyên ku ji 9’ê cotmehê ve li ser pêyan in, îro jî meşekê lidar dixin.

Meş bi dirûşma ‘Em hemû asayîş in’ û bi beşdariya sedan kesan ji navenda Şengalê destpê kir.

Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî berxwedana Asayîşê’ hat berzkirin. Her wiha pankartên wekî, ‘Asayîş rûmeta me ye’, ‘Bijî Asayîş’, ‘Em Asayîş in’ û wêneyên şehîdên berxwedana Şengalê hatin vekirin.

Meşa ku jin, zarok, rûspî, seroeşîrên herêmê, rêveber û nûnerên saziyan jî tev li bûne, berdewam dike.

Meş dê li pêşiya konê çalakiya destekdayîna asayîşê ku ev 5 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vegirtin, bidawî bibe.

Piştî meşê dê li ser navê girseyê daxuyaniyek were dayîn. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar