Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Li ser çeteyê hat kuştin derket belgeya dewleta Tirk derket

Şervanên HSD û YPJ’ê gelek çeteyên êrîşî Bendava Tişrînê kirin kuştin. Cenazeyê çeteyê bi navê Melîk Erabî ket destê şervanan û li ser çete belgeya Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk hate dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) ji bo jiholêrakirina Rêveveriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavên cîhanê bi tevî çeteyên xwe êrîş dike. DI van demên dawî de êrîşên êrşên li ser Bendava Tişrînê dijwar bûne.

Çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker ji bejahiyê ve êrîşên dagirkeriyê pêk tînin û dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên bêmirov ji hewayê êrîşên dagirkeriyê pêk tînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJ’ê bersivên tund didin êrîşan. Heta niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê ti pêşketinekê bi dest nexistine. Di encama bersivdayîna bi bandor û xurt a hêzên HSD û YPJ’ê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.
Cenazeyê çeteyekî ku hat kuştin kete destê hêzên HSD’ê. Nasnameya li ser çete hate bidestxistin careke têkiliya dewleta Tirk a dagirker û çeteyan raxist ber çavan.

Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî yê hat kuştin hat dîtin. Çeteyê dewleta Tirk a dagirker a bi navê Melîk Erabî bi vê nasnameya di bêrîka xwe de beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê bû. Çete di pevçûnan de ji hêla hêzên HSD’ê ve hat kuştin û cenazeyê wî kete destê şervanên HSD’ê.

Di lêgerîna ser çete de Belgeya Wezareta Karên Hundir a Komara Tirkiyeyê hat dîtin û ev jî nîaşn dide ku çete li Tirkiyeyê maye. Bi vê belgeyê careke din derket holê ku bê dewleta Tirk a dagirker çawa çeteyan diparêze û xwedî dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar