Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

Li ser nivînekê 3 kes radizin!

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê li ser nivînekê 3 nexweş tên dermankirin û ji bo bersivandina Wezîrê Karê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsname da meclisê

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, debarê kêmbûna hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên li Amedê de, pirsname da meclisê ku Wezîrê Karê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne.

Guzel di pirsnameya da de wiha got: “Nifûsa Amedê mîlyonek û732 hezar e. Lê li gorî tê xwestin hejmara bijîşkên pispor û xebatkarên tenduristiyê pir kêm e. Li gel ku diviya bû hejmara bijîşkan hezar û 758 be, ev hejmar hezar û 242 ye. Li nexweşxaneyan bijîşkên pispor nayên dîtin û welatî neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê û li wir bên dermankirin.”

Guzel diyar kir ku di Serwîsa Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê de li ser nivînekê 3 nexweş tên dermankirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hejmara xebatkarên tenduristiyê kêm e, nexweş nikarin randevû bigirin û welatiyê bi saetan di rêzê de dimînin. Ev jî dibe sedem ku welatî mexdûr bibin û mafê wan bên binpê kirin.”

 Guzel ji bo ku Wezîrê Tenduristiyê Koca bersiv bide ev pirs pirsîn:

  • Agahiya we ji mexdûriyetên welatiyan heye?
  • Hûn hejmara kêm a bijîşkên pispor ên li Amedê çawan dinirxînin?
  • Li nexweşxaneyên dewletê yên Amedê, xebatkarên tenduristiyê çiqas kêm in?
  • Hûnê vê rewşê di nava xwe de binirxînin an na? AMED
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar