Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Li seranserê cihanê 800 milyon kes birçî ne

Krîza xurekê her ku diçe girantir dibe. Ji ber krîzê, li seranserê cihanê 800 milyon kes anku ji her 10 kesan yek jê birçî radizê. Li Tirkiyeyê jî ji sedî 22’yê civakê nikare xwe bigihîne xurekê pêwîst û ji sedî 8.5’an jî di sînorê birçîtiyê de ne.

Odeyên Endezyarên Xurek, Kîmya û Ziraetê yên girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) bi boneya 16’ê Cotmehê Roja Xurekê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan û bal kişandin ser krîza xurekê ya li Tirkiye û cîhanê tê jiyîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sala herî zehmet a ku gel zehmetî kişandî xwe bigihînin xurekê sala 2023’yan bû û ev tişt hatin parvekirin: “Di pêvajoya pandemiyê de jî ewqas zehmetî nehate kişandin. Polîtîkayên xelet ên aboriyê, kêmbûna hilberîna çandiniyê, heqdestê kedkar û teqawidan a di bin sînorê birçtiyê de rê li ber vê rewşê vedike. Guherîna avhewayê, qirêjîkirina çavkaniyên avê, texrîbkirina daristan, cihên biav, qadên çandiniyê, zêdebûna nifûsê û koçberî dê bi xwe re krîzên av, ax û xurekê bîne.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li cihaneke ku temînata xurekê nehatiye dayîn de ne pêkan e ku pergaleke adilane û demokratîk were avakirin. Îro li seranserê cihanê 800 milyon kes anku ji her 10 kesan yek jê birçî radizê. Li welatê me jî ji sedî 22’yê welatiyan bi qasî tê xwestin xurekê peyda nakin, ji sedî 8.5 jî di sînorê birçîitiyê de ne. Ji bo bidawîkirina vê kabûsa mirovahiyê, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Heke li dinyayê birçitî hebe, sedema vê bêedaletiya di parvekirina dahatan de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar