Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Li Şêrawa 6 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li navçeya Şêrawa ya Efrînê de 6 çeteyên tirk hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê wiha got: “Hêzên me bê navber çalakiyên bi bandor yên li dijî leşker û çeteyên dewleta tirk a dagirker ya li Efrîn û herêmên derdora wê bicîh bûne didomîne. Roja 23’ê tîrmehê li gundê Fafirtînê yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me bi çalakiyekî êrîş birin li ser noqte û stargehên koma çete ya bi navê Feyleq El-şam. Di çalakiyê de yekîneyên me ji mesafeyekî nêz de li çeteyan dan. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 3 çeperên çeteyan jî hatin rûxandin.”

HRE’yê da zanîn ku li hemberî komek çeteyên ku xwestine piştgiriyê bidin çeteyên din çalakiya sabotajê lidarxistine û wiha got: “Di encamê de, di nav de serçeteyê koma Feyleq el-Şam yê bi navê Yasîn Îbrahîm Mensûr û alîkarê wî bi giştî 3 çete hatin kuştin û 1 çete jî birîndar bû. Herwiha seyareyeke leşkerî hat rûxandin. Di encama her dû çalakiyan de yek jê serçete 6 çete hatin kuştin, 3 çete birîndar bûn û wesayîteke leşkerî hat ruxandin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar