Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Li Serêkaniyê cenga giran: 27 dagirker hatin kuştin

Ji şevê din ve li Serêkaniyê şerekî giran heye. Şervanên HSD’ê di çarçoveya berxwedaneke dîrokî de derbên giran li hêzên dagirker didin. Hat zanîn ku di şerê şevê din ve 27 leşkerên dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê cotmehê saet di 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa qirkirin û dagirkeriyê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan navendên sivîlan bi hovane bombebaran û topbaran kirin û gelek sivîl qetil kirin û birîndar kirin. Li hemberî vê êrîşa qirkirinê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî berxwedanekê dîrokî nîşan didin û didomînin.

Di çarçoveya berxwedana li dijî dagirkeriyê de şervanên HSD’ê şevê din jî derbên giran li hêzên dagirker dan. Hat zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din ji hêla bakur û rojhilatê Serêkaniyê ve xwest bikevin navenda navçeyê. Li ser vê yekê jî şervanên HSD’ê bersiv da komên dagirker û şerekî giran qewimî. Şer heta van kêliyan jî bi hemû dijwariya xwe didome.

Şerekî giran heye

Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama bersivdayîna berxwedêran de 27 leşkerên artêşa tirk û çeteyên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Çavkaniyên leşkerî ragihand ku di pevçûnan de 2 panzêr, bildozerek û 2 tireks ên artêşa dagirker jî hatin teqandin. Ji aliyekî din ve jî, balafirên artêşa dagirker û topavêjin wê bênavber Serêkaniyê topbaran û bombebaran dikin. Şer bi hemû dijwariya xwe didome. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar