Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Li Serêkaniyê jin rastî êrîşên destdirêjiya çeteyan tên

Artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê di 9’ê Mijdara 2019’an de êrîşî Serêkanî û Girêspiyê kirin û dagirkirin. Ji wê rojê ve bi awayekî yekser sivîlan dikin armanc. Bi taybet jî jin û zarok di hedefa çeteyan de ne.

Çend roj berê çavkaniyên ji nav bajarê Serêkaniyê ragihandin ku 30 jin rastî tecawizên çeteyên dewleta tirk hatine. Ji aliyekî din ve Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê heta niha 6 bûyerên êrîşên zayendî, revandin û kuştinê kirine belge.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma axivî.

Cuma diyar kir ku dewleta tirk ji bo herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike sivîlan dike hedef û wiha got: “Bi taybetî jinan dike hedef. Dema çeteyên dagirker derbasî herêmên ku dagir dikin dibin, yekser dest bi rêzebinpêkirinan li dijî jinan dikin. Mîna ku li Efrîn û herêmên dagirkirî yên din dikin. Em dibînin ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya binpêkirinên xwe li dijî jinên herêmên Reqqa û Dêrazorê hişmendî û siyaseta xwe ya ku çewisandina jinê îspat dikirin.”

Di axaftina xwe de Cuma ev tişt anî ziman: “Kiryarên ku Tirkiye bi rêya çeteyên xwe dide kirin, ji lîstina bi cenazeyên şervanên YPJ`ê hewl dide tirsê bixe nav dilên jinan û şêniyên resen da ku ji herêmê û axa xwe koçber bibin. Her wiha ji jinan re peyameke da ku vîna wan bişikînin. Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan di rapora xwe ya fermî de 6 bûyerên binpêkirinên çeteyan li dijî jinan belge kirine; 2 bûyerên revandin, 2 êrîşên cinsî û 2 jî kuştinê. Çaranûsa kesên hatine revandin heta niha ne diyar e.”

Her wiha Cuma axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di hevdîtinên me yên bi jinan re, jinan diyar kir ku nêzîkatiyên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li hemberî jinan mîna yên DAIŞ’ê ne.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar