Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Li Serêkaniyê panêzerek hate rûxandin û gelek dagirker hatin kuştin

Şervanên HSD’ê li Serêkaniyê derbên giran li dagirkerên dixwestin bikevin bajar dan. Di pevçûnan de panzêreke dagirkeran hate rûxandin û gelek çete û leşkerên tirk hatin kuştin. Li Dêrikê jî dagirkeran di topbaranê de sivîlek qetil kir

Şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Şervanên HSD’ê li dijî komên dagirker ên ku dixwazin li eniyê şer ên Serêkaniyê, Dêrik, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Girê Spî û Kobanê bi pêş bikevin, ji şervanan derbên giran dixwin.

Di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê de, hêzên dagirker êrîşî Serêkaniyê kir. Hat zanîn ku şervanên HSD’ê jî bersivên tund dan komên çete û li herêma pîşesaziyê ya li rojhilatê Serêkaniyê panzêreke leşkerî ya dagirkeran hate rûxandin. Di encama şer de 3 leşker û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Dagirkerên din jî ji herêmê reviyan. Her wiha li dora kevana bajarokê Til Helef a li başûrê rojavayê Serêkaniyê jî şerekî dijwar rû da. Hat zanîn ku di encama bersivdayîna şervanan de gelek çete û leşkerên dagirker hatin kuştin û birîndarkirin.

Sivîlek hate qetilkirin

Li gorî agahiyên ji Dêrikê, dewleta tirk û çeteyên wê gundewarên Dêrikê topbaran û bombebaran kirin. Hat zanîn ku di encama êrîşa hovane de welatiyeke sivîl şehîd bû û welatiyek jî birîndar bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar