Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Temmuz 2025

Li Serêkaniyê şerekê giran heye

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji 3 aliyan ve li dijî Serêkaniyê êrîşeke dijwar dan destpêkirin. Şervanên HSD’ê jî bi heman awayî bersivên tund didin dagirkeran

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê derbên giran li hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê didin. Hêzên dagirker ên ku ev 7 roje bênavber bi balafirên şer, tank, top, obus, moşek, bi teknîka herî pêşketî û bi  hezaran leşker û çeteyan êrîşî Serêkaniyê dike, hê jî nekariye pêş bikeve.

Hat zanîn ku artêşa tirk îşev jî ji aliyê pîşesazî û Hewarnê ku dikevin rojhilatê navçeyê, ji aliyê rêya Til Helefê ku li rojavayê navçeyê ye û ji milê depoyên genim û taxa Mihtê ku li bakurê Serêkaniyê dikevin êrîşeke xedar dan destpêkirin.

Li hemberî van êrîşan, şervanên HSD’ê jî berxwedaneke mezin nîşan didin û nahêlin ku dagirker bikevin navçeyê. Li gorî agahiyên dawî, li navçeyê şerekê giran diqewime û hêzên dagirker navçeyê bi çekên giran topbaran dikin.

Çavkaniyên ji Serêkaniyê ragihandin ku artêşa tirk a dagirker ji bo ku çete û leşkerên wê ji ber derbên şervanan nerevin, piştî ku leşker û çete şandin aliyê Serêkaniyê, dîwarên ku rakiribûn careke din danîn. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar