Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî erdhejê rola komînan

Komînên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li kêleka tiştên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya YPG′ê pêşkeş kirine, roleke mezin di sivikkirina bandorên erdhejê de dilîzin.

​​​​​​​Erdheja 6′ê sibatê û erdheja 20′ê sibatê gelek zirar û windahî çêkirin. Li Helebê jî gelek xisar çêbû, bi taybet taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Komînan roleke mezin di sivikkirina bandorên erdheja li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de lîst. Komînan ji bo şêniyên di avahiyên bilind ên li beşa rojhilatê taxê de diman, li beşa rojava di malên yekqatî de cih dabîn kirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Şehîd Rûbara Qamişlo ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê Bedran Hemo ji ANHA yê re axivî. Hemo li ser xebatên ji destpêka erdhejê ve axivî û wiha got: “Ji destpêka erdheja yekemîn heta niha, em li ser karê xwe ne.”

Hemo wiha domand: “Xebata me parastina jiyana şêniyên li avahiyên bilind ku piraniya wan li rojhilatê taxê û Eşrefiyê ne û wan veguhêzin malên yekqatî yên li rojavayê taxê.”

Hemo diyar kir ku li kêleka vekirina malên vala, wan bi hevkariya meclisa giştî û YPG′ê kon vedan û navendên hewandinê li dibistan, mizgeft û holên şahiyan dabîn kirin.

Hemo da zanîn ku wan xurek û alîkariyên din ên Heyva Sor a Kurd belav kirin û got: “Hikumeta Şamê li pêş derbaskirina alîkariyan dibe asteng.”

Welatiya bi navê Hûriye Bîlal ku berê xwe daye konê li Goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, got komîn bi rola xwe rabûn û wiha domand: “Komînan piştî erdhejê cih ji me re peyda kirin û alîkarî pêşkêş kirin.”

Meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 3 xet in. Xeta Şehîd Gelhat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê, xeta Şehîd Rûbara Qamişlo ya rojavayê taxê û xeta Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiyê. Di her meclisekê de gelek komîn hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar