Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Li Silêmaniyê ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakî hat lidarxistin 

Li Silêmaniyê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya azadî ji Rêber Ocalan re çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de hat gotin ku pergala Îmraliyê ku xwe dispêra pergala zilmê dê teqez hilweşe

Di saetên piştî nîvro de li Parka Azadî ya Silêmaniyê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Cîhanî ya Azadî ji Rêber Ocalan re çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de gelek çalakvan û welatî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên ‘Dem dema azadiya Rêber Ocalane’ û ‘Azadiya Rêber Ocalan bingehê aştî û hevrejiyana gelane’ hatin hildan. Her wiha wêneyên Rêber Ocalan jî hatin bilind kirin.

Di çalakiyê de Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Mihemed Bekir daxuyaniya komîteyê xwend û wiha got: “Sîstema Îmralî ku pişta xwe bi zilmê girêdaye teqez dê were hilweşandin. Ev 23 sal in li Îmraliyê sîstemek a faşîzma tirk û modernîteya sermayedar bi bê şermane û dûrî hemû nirx û exlaqê mirovahiyê tê birêvebirin.”

Di dewamê de hat diyarkirin di kesayeta Rêber Ocalan de îşkence li mirovahî û gelê kurd tê kirin û wiha hat diyarkirin: “Îşkence û tecrîda giran a ku li ser Rêber Ocalan berdewam dike, wê yekê nîşan dide heta niha jî komploya navnetewî berdewam e. Faşîzm ne amade ye mafên rewa yên gelê kurd bipejirîne û her tim dixwaze gelê kurd di jêr qirkirin û çewisandinê de bimîne.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar