Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Li Şirnexê 2 kes hatin girtin

Li Şirnex û Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û bi dehan kes binçav kiribûn. Li Şirnexê ji kesên hatin binçavkirin jê 2 kes hatin girtin û 9 kes jî hatin berdan.

Polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê û Navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê bi ser gelek malan de girtibûn. Polîsan Endamê Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î jî di navde gelek kes binçav kiribûn. Li navenda Şirnexê 5 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyê kirin. Fatih Artuç, Muhammet Veysel Kadırhan û Yusuf Nas li dozgeriyê hatin berdan. Abdulaziz Beyter û Huseyin Çiftçî jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Li navçeya Hezexê jî endamêm Meclîsa Şaredariyê yên HDP’ê Hatice Kaya û Mehmet Erarslan piştî îfade dan hatin berdan. Endamê HDP’ê Vahap Ozel û Îdil Yalçinkaya jî îro li midûriyeta polîsan hatin berdan.

Li Mêrdînê hêjmara kesên hatin binçavkirin derket 11 kesan 

Li navçeya Nisêbînê 2 kes hatibûn binçavkirin. Hat diyar kirin ku der barê wan de 4 rojên din ê binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Li Navçeya Qoserê jî kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tên rawestandin. Li Kerboranê jî Îrfan Yakut ê hatibû binçavkirin tê payin ku sewqî dozgeriyê bikin. Li Misûriyê ya Artuklu ya Mêrdînê jî polîsan bi ser malan de girt û diyar kirin ku der barê Yusuf Abukan û birayê wî Vedat Abukan de biryara binçavkirinê heye. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê diyar kir ku 11 kes hatine binçavkirin. ŞIRNEX/MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar