Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Şirnexê 48 cenaze di goristanên bêkesan de ne

Li  Şirnexê bi giştî cenazeyê 48 endamên HPG û YPS'ê ku di dîrokên cuda de şehîd bûne li 2 goristana bêkesan ên li bajar hatine veşartin

Li navenda Şirnex û navçeya wê Cizîrê, di navbera salên 2015 û 2016’an de di dema şerê xwerêveberiyan de, endamên HPG û YPS’ê ku şehîd bûn, li goristanên bêkesan hatin definkirin. Ji van endaman gelek ji wan nasnameyên wan nehatine tespîtkirin û li 2 goristanên bêkesan ên li bajar hatibûn veşartin. Ji van goristanan yek jê li Taxa Komûtlarê ya navenda Şirnexê ye û ya din jî li Taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ye. Li her du goristanan 48 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine tespîtkirin hene. Li goristana Şirnexê 36 û li goristana Cizîrê jî 12 cenaze veşartî ne.

Li goristana Şirnexê cenaze bi rêbazên li dijî mirovahiyê hatine definkirin. Ev rêbaza dijmirovane bala şêniyên li herêmê jî dikêşîne. Şêniyan ku ji ber ewlehiyê nexwestin navên xwe bidin, dan zanîn ku di rojên dawîn de gelek cenaze di saetên şevê de bi awayekî ne mirovane di goristanê de li ser hev têm definkirin. Şêniyan bi vê gotinê bertek nîşanî vê hovîtiya ku tê kirin dan: “Ev tişt ji bo hemû mirovahiyê şermeke mezin e.”

Li Cizîrê 12 cenaze hene

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, li navçeya Cizîrê jî dema şerê xwerêveberiyan de 177 jê di jêrzemînan de bi giştî 288 kes hatine qetilkirin. Cenazeyên hin ji van kesan piştî bi mehan ji malbatên wan re hat dayîn. 12 kesên ku wê demê jiyana xwe ji dest dan û hê nasnameyên wan nehatine tespîtkirin li taxa Yafesê li goristana bêkesan hatine veşartin. Cenazeyên 14 kesan jî li gel ku di ser qetilkirina wan re 5 sal derbas bûne jî hêj winda ne û nayê zanîn ku li ku derê ne. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar