Li Şirnexê, ciwanê bi navê Y.N. diyar kir ku polîsên xwe wek ‘îstixbaratvan’ didin naskirin tim lê digerin û di bin navê ‘çay vexwarinê’ de wî gazî emniyetê dikin. Y.N. da zanîn ku her tim ji aliyê wan destan ve tê şopandin
Li navenda Şirnex û navçeyên wê nexasim jî piştî qedexeya derketina derve gelek ciwan ber bi tiryakê ve tên hêlkirin û demeke dirêj e kesên xwe wek ‘îstixbaratvan’ didin naskirin li wan digerin û taciz dikin. Yek ji van ciwanan jî Y.N. yê 19 salî ye û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerakirin.
N.Y. anî ziman ku di 16’ê nîsanê de kesekî ku got ji Şaxa TEM’ê ya Emniyeta Şirnexê digere gazî wî kiriye û xwestiye bê emniyetê. N.Y. diyar kir ku wexta çûye ber emniyetê, ji dêvla deriyê pêş wî di deriyê paş de xistine hundur û wiha got: “Li ber deriyê paş kes tune bû. Di odeyê de 3 kes hebûn. Derî bi şîfre bû. Piştî rûniştim behsa dersan kirin. Gotin ‘2 meh in hem li ser medyaya civakî hem jî bi awayekî fizîkî em te dişopînin.’ Di wê kêliyê de hevalekî min ji min re peyam şand, di peyamê de digot ‘were dersxaneyê, tu yê dereng bimînî.’ Hîn min ê peyam bişanda, kesê li ser komputerê got ‘Tu biçe têkeve ezmûna xwe, dereng nemîne. Em ê paşê li te bigerin.’ Paşê min danîn pişt nexweşxaneyê.”
Her tim dişopînin
Y.N. da zanîn ku wexta wî danîne bi kurdî jê re gotine ‘Tu ji partiyê hez dikî? Tu diçî partiyê?’ û wî jî wiha gotiye: “Ma ez ji HDP’ê hez bikim an jî biçim HDP’ê qey sûc e? Roja din dîsa li min geriyan û min jî got ‘Ez duh hatim, em axivîn û min çayê vexwar ma ne bes e?’ Ji min re gotin ‘qey gumanên te hene? ‘ Min ji wan re got, li min negerin. Her ku min red dikir, wan israr dikir.”
Y.N. anî ziman ku kesên gazî wî kiriye ji bo HDP’ê gotine ‘Têkiliya wê bi terorê re heye’ û destnîşan kir ku paşê heman kes gelek caran di ber wî re çûne û çend roj berê derengê şevê heman hejmara telefonê lê geriyaye û wiha axivî: “Tesaduf e yan taciz e nizanim. Bi wesayîtê li dor min diçin û tên. Min dişopînin.”
Her wiha N.Y. anî ziman ku ger ev rewş careke din dubara bibe dê gilî wan kesan bike. ŞIRNEX





