Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li Siwêrekê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye

Li Girtîgeha Tîpa T ya Siwêrekê 4 girtî ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger

Çalakiya greva birçîbûna ya ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ve di 7’ê mijdarê de hatiye destpêkirin, berbelav dibe. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan girtî tev li çalakiyê dibin û daxwaza rakirina tecrîdê dikin.

Li gorî agahiyên ji malbatên girtiyan,  li Girtîgeha Tîpa T ya Siwêrekê jî ji 5’ê mehê ve ye 4 girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Li gorî agahiyan, navên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê wiha ne: “Sûnay Yaman, Sozdar Çîçek, Serhat Yilmaz û girtiya jin a bi navê Dilşat ku paşnavê wê nehat zanîn.”

Çalakya greva bêdem û dorveger jî didome

Her wiha malbatan ragihand ku li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di 27’ê mijdarê de li 117 girtîgehan bi tevlêbûna herî kêm 600 girtiyan hatiye destpêkirin û 10 rojan carekê ji hêla komeke din ve tê dewrgirtin jî li girtîgehan didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar