Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Stenbol û Çanakkaleyê erdhej: Birîndar hene

Bi pileya 5,9’an li Stenbolê û bi pileya 3,8’an jî li bajarê Çanakkaleyê erdhej pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, li Stenbolê ji ber erdhejê 8 welatî birîndar bûn

Li gorî Navenda Sismolojiya Ewropayê li Stenbolê bi pileya 5,9 erdhej pêk hat. Navendê destnîşan kir ku erdhej li tevahiya Stenbolê hate hîskirin. Li gorî navendê operatorên GSM’ê betal bûn û naxebitin. Piştî Stenbolê, vêcarê jî bi pileya 3,8 li Çanakkaleyê erdhêj pêk hat.

Pileya erdheja Stenbolê ji saziyên cihê ve bi hejmarên cuda hate ragihandin. Rasathaneya Kandîlliyê têkildarî mijarê daxuyanî da û di serî de pileya erdheja Stenbolê weke 5,7 û piştre jî weke 6 destnîşan kir. Her wiha AFAD’ê pileya erdhejê weke 5,8 û Navenda Sîsmolojî ya Ewropayê jî 5,9 ragihand.

8 kes birîndar bûn

Der barê encamên erdhejê de serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û da zanîn ku di encama erdhejê de 8 welatî bi sivikî birîndar bûne û ziyanên biçûk ên madî pêk hatine. Her wiha serokê AFAD’ê jî hişyariya ‘Nekevin avahiyên ziyan gihiştiyê’ kir.

Li Çanakkaleyê jî erdhej

Piştî Stenbolê, li Çanakkaleyê jî bi pileya 3,8’an erdhej pêk hat. Li gorî agahiyên ji Serokatiya Daîreya Erdhejê ya AFAD’ê, li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê 8,54 kîlometre li binê erdê saat di 15.33’yan de bi pileya 3,8’an erdhej pêk hatiye.

Erdhej li navenda navçeya Ayvacikê û li gundên derdora wê hate hîskirin. Hat zanîn ku di encama erdhejê de tiştek bi kesekî nehatiye. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar