Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Perşembe - 20 Şubat 2025

Li Stenbolê herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê polîsên faşîst bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamên EMEP, SYKP, HDK, ESP, DBP, Partiya Çep a Kesk û 2 rojnameger jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.

Polîsên faşîst ên Tirk di saetên serê sibê de li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endamên Kongreya Demokratîk (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku opersayon li dijî HDK’ê hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran ji bo 60 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin û heta niha 52 kes hatin binçavkirin.

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Aynûr Cengîz, Melîh Kayhan Pala û Esengul Demîr ên HDK’î; Nacî Donmez ê ji Partiya Çep a Kesk; ji EMEP’ê Sema Barbaros, Mûstafa Mayda, Mehmet Turp; ji ESP’ê Semiha Şahîn; ji DBP’ê Atîlla Ozdogan, Erkîn Barin Goyluler; ji SYKP’ê Halît Elçî, Mehmet Saltoglû, Ahmet Saymadi; rojnameger Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Elîf Akgul û wênesaz Taner Guven û hunermend Pinar Aydinlar.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan bertek nîşanî binçavkirin da û got kul serokê wan ê Stenbolê, serokê navçeya Gungorenê, rêveber û endamên wan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û got: “Em vê bêhiqûqiyê û helwesta keyfî şermezar dikin. Dê îktîdara yekzilamî ku dixwaze Tirkiyeyê veguherîn girtîgehê negihije armancên xwe. Em ê teslîmî vê zîhniyetê nebin û têkoşîna me dê bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar