Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 12 Eylül 2025

Li Sûdanê bîlançoya windahiyên lehiyê zêde dibe

Berdevkê Parastina Sivîlan a Sûdanê di derbarê zererên madî û jiyanî yên kareseta lêhiyê yên li Sûdanê rûdane de daxuyaniyek da çapemeniyê. Li gorî agahiyên hatîn ragihandin di encama lêhiyên heta niha li Sûdanê rabûne de 112 kesan jiyana xwe ji dest dane û 115 kes jî windane.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber barîna baranên zêde û rabûna lehiyan de heta niha 34 hezar mal bi temamî ruxane û wiha hat gotin: “Cihên ku herî zêde ji baranên zêde û lehiyan bandorbûne weke eyaletên Gedefer, Kasala û navçeyên bakur û başûrê bajarê Kordovane.”

Ji ber bandora kareseta lehiyê berpirsên Sûdanê di hefteya borî de ji bo 6 eyaletên Çemê Nîl, Cezîre, Nîlê Spî, rojavayê Kurdufan, başûrê Darfur û Kesele rewşa awarte ragihandibûn.

Li Sûdanê her sal di navbera mehên tîrmeh û cotmehê de di encama baranên zêde û lehiyan de zêdetirî sed kesî jiyana xwe ji dest didin, bi 10 hezaran mal, cihên kar û cihên çandiniyê zerer dibînin.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber barîna baranên bi hêz li gelek welatên naverasta cîhanê gelek karesetên lêhiyan rabûn. Di encama van lêhiyan bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî koçberbûn. Her wiha gelek xanî û cihên kar xirabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar