Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrîşa balafira dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Ji ber T24 derbarê şehîdkirina rojnamegeran weşandin û derhênera weşana giştî ya Gerçek Gundemê rojnameger Seyhan Avşar Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “belavkirina agahiyên şaş li nava gel” lêpirsîn da destpêkirin.
Seyhan Avşar di parvekirina xwe ya li medya dîjîtal de gotibû: “…Ji bo mirov mafên mirovan biparêze, gelo pêwîst e ku bi me re heman nêrînê parve bike, bi heman rêbaza me rojnamegeriyê bike? Em li gorî çi û li gorî kê ‘terorîst in’? Em çi zû wan gotinan qebûl dikin, ku hinekan ji xwe nabînin. Ma nêrîna me û ya Sînan Ateş yek e ku em xwedî li wî derdikevin? Yan jî, dema ku rojnamevanek ku nêrîna me û wê/î qet naşibe hev, dema ku hate kuştin em ê çi bikin? Em ê bêdeng bimînin? Gelo feraseta me ya edaletê, baweriya me ya heqîqetê li gorî cih û sekna mirovan wê bê guhertin? Heyf e ji me hemûyan re heyf e… Doh du rojnamevanên li vê xakê ji dayik bûn û mezin bûn bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Dema ku ew hatin qetilkirin em bêdeng man, her ku em bêdeng man em biçûk bûn…”