Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Tebqayê kêfxweşiya karnameyan

Îro bi munasebeta bidawîbûna serdema yekemîn a sala perwerdeyê ya 2018-2019’an, li Tebqayê zêdetirî 46 hezar xwendekaran karnameyên xwe wergirtin. Di dema belavkirina karnameyan de xwendekar kêfxweş bûn

Serdema yekemîn a sala perwerdeyê ya sala 2018-2019’an a li Tebqayê bi dawî bû. Bi vê boneyê îro li 197 dibistanên Tebqa û gundewarên wê, mamosteyan li zêdetirî 46 hezar xwendekaran karname belav kirin.

Xwendekaran bi kêfxweşiyeke mezin karnameyên xwe wergirtin. Malbatên xwendekaran jî beşdarî belavkirina karnameyan bûn. Her wiha xelat li xwendekarên serkeftî hatin belavkirin. Li hemû dibistanan xwendekaran bi keyfxweşî û heyecaneke mezin karnameyên xwe wergirtin.

Xwendekaran jî spasiya mamosteyan kir ku astengiyên li pêşiya wan rakirin. Bi taybet jî piştî ku mamosteya pirsgirêka pirtûkan ji holê rakir,  di hêla perwerdeyê de pêşketineke berbiçav hat bidetxistin. Ji ber vê yekê jî xwendekaran keyfxweşiya xwe nîşan da û spasiya mamosteyan kir. TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar