Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Tebqayê komxebata berfireh a jinan dest pê kir

Komxebata diyalogê ya berfireh a jinan li bajarê Tebqayê bi dirûşma ‘Jin di dema şer de rastî û aso ne’ destpê kir. Dê komxebat du rojan bidome

Bi armanca nîqaşkirina rewş û azarên ku jinan di dirêjahiya salên şer, kiryarên rejîmê, çeteyên DAIŞ’ê û komên opozîsyonê de dîtine, komxebata diyalogê ya berfireh a jinan li Navenda Çandê ya Tebqayê bi dirûşma ‘Jin di dema şer de rastî û aso ne’ ji bo du rojan destpê kir. Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di roja yekemîn de dê 2 mijar bên nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser azarên jinên ji herêma Firatî berî û piştî rizgarkirinê ye. Li rexmî wê jî dê li ser kiryarên hestyarî û bedenî yên jin di demên serweriya rejîmê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de tê re derbas bûne û piştre li ser kiryarên komên çeteyên DAIŞ’ê ku hemû rêbazên binpêkirinê ji firotina di sûkan de, bi taybet li ser jinên Şengalê pêk anîne, bên nîqaşkirin.

Mijara duyemîn jî dê nîqaş li ser doza jinan a li Rojhilata Navîn û çareseriyên pêşniyarkirî yên der barê sînordarkirina serweriya li ser jinan de bên kirin. Dûre dê sînevîzyonek der barê kiryarên beriya rizgarkirinê de ku jin tê re derbas bûne, bê pêşandan.

Xebatên roja yekemîn a komxebatê dê bi çalakiyên çandî û şahiya ku li kelha Ceiber a dîrokî pêk were, bi dawî bibin.

Xebatên roja duyemîn jî dê bi nîqaşên der barê berxwedana jinan û pêwîstiya xweparastinê de pêk werin. TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar