Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Cumartesi - 15 Şubat 2025

Li Tilizêr artêşa Iraqê êrîş bir ser gundiyan

Artêşa Iraqê ku van rojên dawî gefên xwe yên li ser Şengalê zêde kiriye, îro serê sibehê li Tilizêr êrîş birin ser gundiyan. Hate ragihandin ku gundiyek birîndar bûye

Bi zêdebûna gefên hêzên Iraqê ya li ser Şengalê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê duh bi rengekî awarte li hev civiyan û biryar dan ku îro bi meşeke girseyî li ber van gefan rabe.

Meş wê îro li navenda bajarê Şengalê pêk were.

Bi vê armancê ji gund, bajarok û komalgehên Şengalê girseya gel hewl da ber bi navenda Şengalê ve bê. Yek ji wan gundan jî Tilizêr e.

Şeniyên Tilizêr dema ku hewl dan ber bi navenda Şengalê ve biçin, li gund ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatin rawestandin.

Hêzên çekdar ên Iraqê dest li gundiyên Tilizêr werdan û li gorî agahiyên destpêkê ji ber vê êrîşê gundiyekî Tilizêr birîndar bûye.

Hate ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê guleyan jî li hewayê direşînin.

Alozî hîn jî dewam dike. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar