Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Li Tirkiyeyê AKP-MHP li Sûriyeyê HTŞ êrîşî Elewiyan dikin

Hevserokê DAD'ê yê Şaxa Îzmîrê Firat Dîkmen diyar kir ku Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê qirkirina li ser Elewiyan didomîne û wiha got: “Elewî ketine heyra canê xwe. Bi êrîşên ku li wir tên kirin naxwazin elewî bibin civakeke demokratîk. Em elewî her tim rastî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên.”

Piştî rûxandina rejîma Baasê, li dijî welatiyên elewî yên li Sûriyeyê dijîn, revandin, kuştin, binçavkirin û girtin hat destpêkirin. Rêvebiriya Demkî ya Sûriyeyê, bi serokatiya HTŞ’ê, li bajar, tax û gundên ku elewî lê dijîn dest bi “nêçîrê” kir. Li Tirkiyeyê di demên cuda de li dijî elewiyan komkujî hatin kirin. Piştî ragihandina komarê, li Dêrsim, Mereş, Çorûm û Madimakê elewî hem ji ber bawerî û hem jî ji ber nasnameya xwe bûn hedefa êrîşan.

Hikûmeta Enqereyê ya ku guh neda daxwazên gelê kurd û elewî yên li Koçgiriyê, di sala 1921’ê de bi pêşengiya Sakalli Nûreddîn Paşa û Topal Osman ên şandin Koçgiriyê; zarok, extiyar, jin û ciwan jî di nav de bi hezaran mirov qetil kirin. Mal û milkên gel talan kirin, sewalên wan hatin desteserkirin. Sakalli Nureddîn Paşa bi gotina “Me Zo (ermenî) qedand, dor hat Loyan” komkujî parast. Ji pêşengên berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û Zerîfe Ana di Komkujiya Dêrsimê de bi komployekê hatin qetilkirin.

Di şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, DAIŞ’ê êrîşî gelek komên etnîkî û olî kir. DAIŞ’ê li Hama, Hums, Tertûs û Laziqkiyê ku elewî bi piranî lê dijîn êrîşî herêmên niştecihbûnê kir û bi hezaran kes kuştin. Di 9’ê Kanûnê de bi serweriya HTŞ’ê ya li Sûriyeyê re elewî dîsa bûn hedefa êrîşan.

Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê Firat Dîkmen êrîş û komkujiyên li ser elewiyan ên li Tirkiye û Sûriyeyê nirxandin û bi bîr xist ku elewî her tim rastî êrîşên fizîkî yên desthilatdaran tên. Dîkmen diyar kir ku elewî bi xweparastinê li hemberî êrîşan li ber xwe didin û got: “Êrîş ji Kerbelayê heta îro dewam dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê îro jî ‘mîrateya’ ku ji berê girtiye, didomîne. Armanca polîtîkayên îmha û înkarê yên li dijî elewiyan, tepisandina pêkhateya demokratîk-azadîperest a di nava elewiyan de û afirandina elewiyên xwe ye.”

Dîkmen diyar kir ku li Sûriyeyê jî heman rewş heyee û wiha domand: “Gel ketine heyra canê xwe. Bi êrîşên ku li wir tên kirin naxwazin elewî bibin civakeke demokratîk. Em elewî her tim rastî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê tên. Divê elewiyên li Tirkiyeyê ji bo yên li wir bibin can. Gava mirov ji mazlûmekî re bibe can, ev rêgezeke herî mezin elewîtiyê ye. Divê em deng derxin û wekî sazî daxilî rojeva xwe bikin. Divê em ji bo vê bên cem hev.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar