Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 11 Eylül 2025

Li Wan û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Di operasyona qirkirina siyasî de li navçeyên Wanê û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî gelê kurd bênavber didomin. Di çarçoveya van operasyonê de li navçeya Şax a Wanê, di serdegirtina malban de rêvebera HDP’ê ya Şaxê Senar Balka, namzeta HDP’ê ya endam meclisa şeredariyê Meran Kaplan, Nîhat Babûr, Attar Ertaş, Rakîp Babûr, Abdurrahman Semo û Alî Buge hatin binçavkirin. 7 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê.

11 kes hatin girtin

Ji aliyê din ve polîsan li navçeyên Ebex, Erdîş  û Qelqelî yên Wanê di 20’ê adarê de bi ser malan de girtin û 26 kes binçavkirin. 26 kesên lêpîrsîna wan a li ewlekariyê bi dawî bû, duh di saetên şevê de sewqî edliyê hatin kirin. Ji 26 kesan 11 jê bi hinceta delegeyên KCD’ê ne, bi îdîya ‘Endamtiya rêxistinê’  hatin girtin û 15 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Navê 11 kesên hatin girtin wiha ne: “Çetîn Ûyar, Faysal Parlak, Bazî Aslan, Hakan Demîr, Îbrahîm Irmak, Medîne Tûfan, Mesût Erzengîn, Abdûlsettar Guneş, Ramazan Dûman, Gursel Yamaç û Mehmet Alî Sonmez.”

Sedemên binçavkirina nehat zanîn

Li Dihê ya Sêrtê jî polîsên tirk di saetên sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malan Mizbag Yildiz û Cengîz Guneş binçavkirin. Her du kesên hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Dihê.

Hat diyar kirin ku polîsan bi ser mala Hevşaredara DBP’ê ya Dihê Eda Kîlîs a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin de jî girtine, lê ji ber ku Kîlîs ne li malê bû, nehat binçavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar