Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin

Li Wanê di serdegirtina malan de Hevşaredara Serayê Caziye Duman jî di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin

Li navçeyên navendî Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê yên Wanê polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Polîs bi saetan li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê hevşaredara Serayê Caziye Duman jî di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.

Di serdegirtina malan de; Hevşaredara Serayê Caziye Duman, Rêvebera HDP’a Wanê Edîbe Babur, Namzeta Hevşaredariya Payîzavayê ya hilbijartina 31’ê Adarê Rojbîn Akdag, Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’a Wanê ya 24’ê Hezîranê Mukaddes Karakoç, Endama Meclisa Artemêtanê Handan Karakoyun, Cîgira Şaredarê Tûşbayê Berken Kizilboga, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hawar Derya, Hatîce Akdag, Dayika Aştiyê Pervîn Ozgur, Rêvebera DBP’ê ya Wanê Nerîman Urar di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.

Hinceta binçavkirina siyasetmedaran nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar